MSD wê tevlî civîna Yekîtiya Ereban bibe

Şandeyek ji Meclîsa Suriyeya Demokratîk (MSD) ji bo hevdîtinên têkildarî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk, çû paytexta Misrê Qahîreyê. Hat diyarkirin ku dê şande tevlî civîna awarte ya Yekîtiya Ereban a ji bo nirxandina êrîşên dewleta Tirk, bibe.


Şandeya bi pêşengeya Hevserokê MSD'ê Riyad Derar, bi armanca ku bi rayedarên dewletên Yekîtiya Ereban re êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk binirxîne, çû Qahîreyê.

Şande wê hevdîtina destpêkê bi Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samih Şukrî re pêk bîne. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin wergirtin, şande wê piştî hevdîtina bi Şukrî re, tevlî civîna Yekîtiya Ereban bibe.