Nerîman Sabir: Divê piştgiriya rojnamegerên di greva birçîbûnê de were kirin

Rojnameger Nerîman Sabir di salvegera roja rojnamegeriya Kurdî de daxwaza piştgiriyê ji bo 14 rojnamegerên ku li Bakurê Kurdistan û Ewropayê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah ketine greva birçîbûnê kir.


Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  her yek ji rojnameger û parlementerê HDP'ê li Amedê Tayîb Temel, Rojnameger Gulistan Îke li Strasburg û 12 rojnamegerên din ên li girtîgehên Tirkiye de ji 1'ê Adarê ve dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirine. Têkildarî çalakiya van rojnamegeran rojnameger Nerîman Sabir ji Rojnews'ê re axivî.

Nerîman Sabir di destpêka axaftina xwe de piştgiriya xwe ji bo rojnamagerên di grevên birçîbûnê de ne anî ziman û wiha got; "Ez  piştgiriyê didim van rojnamegeran û hêvîdarim ku di zûtirin dem de daxwazên wana werin bi cihanîn. Ev çalakî jî yek ji rêbazên berxwedanê ye û ez hêviya serkeftinê ji wana re dixwazim."

Di dewama axaftina xwe de Nerîman Sabir destnîşan kir ku giringe ragihandina Kurdî li her çar parçên Kurdistanê piştgiriyê bide van rojnamegeran û wiha domkir; "Giringe ku ev mijar bixin rojeva cîhanê, ji bo ku were zanîn daxwaza wana rewa ye. Divê li ser vê mijarê gelek raport û nûçe werin çêkirin, ji bo ku dengê van rojnamgeran bi cîhanê were bihîstin û piştgirî liwana were kirin."

Di dirêjiya axaftina xwe de Nerîman Sabir rexne li ragihandina Başûrê Kurdistanê jî kir û wiha pêde çû; "Xema me ya mezin ewe ku me li Kurdistanê medyayek netewî nine. Li gorî berjewendiyên hizban temaşey bûyeran tê kirin. Pêwîste karê rojnamegerî pîşeyî be û piştgiriyê li hemû rojnamegerek were kirin. Ji ber ku tu agahiyek li ser jiyan û tendirûstiya Serok Apo nayê wergirtin wan rojnamgeran dest bi greva birçîbûnê kirine. Lê mixabin di medya Başûrê Kurdistanê de gelek kêm nûçe li ser wana tê dayîn."

Herî dawî jî Nerîman Sabir got ku ew bi hêvîne ragihandin kar li ser çalakiya van rojnamegeran bike û wiha axaftina xwe bidawî anî; "Divê bi zimanên cûda cûda li ser çalakiya van rojnamegeran nûçe û raport werin dayîn û daxwazê ji rêxistinên navnetewî û federasyona rojnamegerên cîhanê were kirin ji bo ku li ser vê mijarê helwesta xwe nîşan bidin. Ji bo ku daxwazên van rojnamgeran werin bi cihanîn. Ji bo em bizanin tendirûstiya Ocalan çawane ku ev yek ji mafên me yê rewaye."

(şk)