NY: Nîvê girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in

Raporterê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê mafên mirovan li Îranê Cawîd Rehman rapora xwe ya herî dawî ya derbarê zextên Îranê li ser kêmneteweyên li Îraqê eşkere kir. Li gorî raporê li Îranê nîvê girtiyên siyasî Kurd in.


Rapora Raporterê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê mafên mirovan li Îranê Cawîd Rehman îro hate weşandin. Rapor li ser rewşa mafê mirovan a Îranê hatiye amadekirin. Cawîd Rehman di raporê de eşkere kiriye ku 10 sale Îran rê nedaye ti raporterên Neteweyên Yekbûyî (NY) biçin Îranê û li wir mafên mirovan lêkolîn bikin, lewma ji bo amadekirina raporê zanyarî ji nivîs û çavkaniyên cuda ango, li ser pîvanên Encûmena Mafê Mirovan a Neteweyî ji rêxistinên navxweyî, parêzerên mafên mirovan, dewletên din û ragihandinê hatine girtin û nirxandine.

Di raporê de qala lehiya îsal li Îranê rabûyî û bandoriya bi hêz a nerênî ya ambargoya aborî ya Amerîka daniye li ser Iranê tê kirin.

Di raporê de li ser azadirya ramanê wiha tê gotin;"Berfirehbûna sînordarkirina azadiya ramanê, li ser binpêkirina mafê jiyanê û mafê dadgehekî dadperwer bi bandor bû. Karbidestên dezgeha Dada Îranê li ser derxistina biryara darvekirinê berdewam in û bi taybetî zarokan jî darve dikin."

Di berdewama raporê de îşaret bi girtin û zindanîkirina derqanûnî ya welatiyên biyanî yan jî kesên xwedî du nasname tê kirin û tê gotin di wî warî de Îranê ti pêşkeftin çênekiriye.

Di raporê de tê gotin ku parêzvanên mafên mirovan, endamên komeleya kêmîneyan, parêzer, rojnameger, çalakvanên yekîtiya karker û bazirganî, jinên li dijî hîcabê timî dibin zextê de ne, tên girtin û tavêjin zîndanan. Her wiha tê gotin ku hewldanên tirsandina wan berdewame.

Li ser cezayê darvekirinê jî, di raporê de tê gotin ku di sala 2018’an de 7 kes di temenê zarokatiyê de hatine darvekirin û niha jî 90 kesên din yên ku temenê wan hîn zarokin, cezayê darvekirinê li ser wan heye.

Zextên li ser Kurdan

Di raporê de cara yekem behsa zextên rejîma îran yên li ser Kurdên Rojhilatê Kurdistanê tê kirin û wiha tê gotin; “Ti giriniyek ji bo herêmên ku Kurd lê jiyan dikin, Urmiye, Sine û Kirmaşan  nîne. Rêjeya bêkariyê geleke, Kurd li saziyên bilind nayên erkdar kirin û zimanê Kurdî di dibistanan de bi awayek fermî nayê xwendin.”

Herwiha di rapora Neteweyên Yekbuyî de cara yekem behsa girtiyên Kurd yên li zindanên Îranê dike û tê eşkere kirin ku nîvê girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in. Herwiha balkêşa ser komkujiyên ne yasayî yên kolberan yên li ser sînorên Sine, Kirmaşan, Urmiye, Beluçistan û xemginiya xwe anîne ziman.

Di dewamê balkêşa ser mayînên di serdma şerê Îran û Iraqê de hatîn çandin û wiha tê gotin; “Li gorî raporan nêzîkî 20 milyon mayîn yên dema şerê Iraq û Îranê de, li navçeyên ser sînor hatine çandine. Ev mayîn metirsiyê li ser jiyana xelkê çêdike û cihê xemginiyê ye.”

Di dawiya raporê de daxwaz ji Îranê hat kirin ku bi rê bide raporterê Neteweyên Yekbuuyî daku li Îranê şert û mercên mafê mirovan guftugo bike. Herwiha êrîşên li ser parastina mafên mirovan rake, girtiyên xwedî dû nasname bê azad kirin."

 

(rn)