PADÊ û Partiya Komînîst a Iraqê êrîşên dewleta Tirk gotûbêj kirin

Pênçşem, 18 Pûşper 2020 – 08:49  ROJNEWS / BEXDA

PADÊ û Partiya Komînîst a Iraqê êrîşên dewleta Tirk gotûbêj kirin

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) di çarçoveya pêşxistina helwesteke hevpar a aliyên Iraqê li dijî êrîşên dewleta Tirk de, serdana Partiya Komînîst a Iraqê kir. Herdu alî daxwazê ji Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlementoyan kirin êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.  


Şandeyek Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) li paytexta Iraqê Bexdayê serdana Partiya Komînîst (Şûî) ya Iraqê kir.

Şandeya PADÊ ya dibin serokatiya Alîkarê Serokê Giştî yê PADÊ Şêx Azad de ji aliyê Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komînîst a Iraqê Elî Mehdî û endamên partiyê ve hate pêşwazî kirin.

Di serdanê de Şêx Azad têkildarî bombebaranên artêşa Tirk a li ser Şengalê û zirarên gihîştiye Êzidiyan de agahdar kir. Her wiha di serdanê de behsa bandora êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser vegera Êzidiyan ji bo Şengalê hate kirin.

Elî Mehdî jî diyar kir êrîşên dewleta Tirk serweriya axa Iraqê binpê dike û ew bi ti awayî red dikin û hate gotin, wan helwesta xwe bi daxuyaniyekî eşkere kirine uu êrîşên Tirkiyeyê şermezar dikin. 

Elî Mehdî daxwazê ji Hikûmeta Iraqê, Parlemeto û hikûmeta herêmê xwest êrîşên Tirkiye şermezar bike.

Her wiha di hevdîtina du alî de behsa girîngiya yekrêzî û hevkariya hêzên demokratîk û sivîl hate kirin.

(bz)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist