Parêzerên Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Sêşem, 23 Tîrmeh 2019 – 14:43  STENBOL / ROJNEWS

Parêzerên Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo ku sibe biçin girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya bajarê Bursa yê Tirkiyeyê da.  


Parêzer Îbrahîm Bîlmez, Raziye Turgut, Serbay Koklu û Rêzan Sarica, ji bo ku sibe biçin greva Îmraliyê û bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Grava Îmraliyê di Deryaya Marmarayê de ye û dikeve nava sînorên bajarê Bursa yê Tirkiyeyê. Lewma parêzer ji bo destûra hevdîtinê serî li dozgeriya komarê ya Bursayê didin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 8 salan nekarîbû bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne û dewleta Tirk destur nedida. Li ser çalakiyên rojiya mirinê û grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger, her wiha li ser çalakiyên gelê Kurd dewleta Tirk neçar mabû ku parêzeran bişîne Îmraliyê. 

Parêzer Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2 û 22’yê Gulanê, 12 û 18’yê Hezîranê de 4 caran çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.

Ocalan di hevdîtinên ku beriya hilbijartinên Şaredariya bajarê Stenbolê pêk hatibûn de bal kişandibû ku heta 40 rojan dê rewş zelaltir bibe.

Piştî hevdîtina 18’yê Hezîranê parêzeran bi giştî 9 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê heta niha bersivek erênî yan jî neyînî nehatiye dayîn.

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist