Parlamentera Iraqê: Iraq dikare pereyek zêde ji Tirkiyeyê bistîne

Di serdema serokwezîrtiya Nurî Malikî ya Iraqê de, ji ber ku Tirkiye bê Bexda neftê ji herêma Kurdistanê kirîbû, doz hatibû vekirin. Endama parlamentoya Iraqê di derbarê dozê de daxuyaniyek nivîskî belav û ban li hikumeta Iraqê kir daku naveroka doze eşkere bike.


Di serdema serokwezîrtiya Nurî Malikî ya Iraqê de, ji ber ku Tirkiye bê Bexda neftê ji herêma Kurdistanê kirîbû, doz li hemberî Tirkiyeyê hatibû vekirin. Dema dozê nêzîk bûye. Parlamentera Iraqê Huda Secad ya li ser fraksiyona Nasir ku Heyder Ebadî serokatiya wê dike, bang li hikumeta Iraqê kir daku naveroka doza li hemberî Tirkiyeyê hatî vekirin eşkere bike.

Huda Secad di daxuyaniyê de got; “Me weke fraksiyona Nasir di derbarê dozê de hinek pirs radestî serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kiriye. Lê heya niha ti bersivek me nedaye û em li benda bersivekê ne. Pêwîste bi awayek lezgîn encamên dozê werin zelal kirin. Ji ber ku wê ev bibe sedemê vegera pereyek mezin ji bo Iraqê.”

Hêjayê gotinê ye Huda Secad beriya niha jî ji ajansa me re axivîbû û wiha gotibû; “Ji ber ku ti yasayek rê nade dewleta Tirk neftê ji herêma Kurdistanê bikire. Ji bo vê jî doz hatiye vekirin. Wê di 24 û 26’ê vê mehê de dadgeh li ser vê dozê rûne.”

(nr)