Parlamenterê Iraqê diyarkir ku Tirkiye zêdetirî 10 hezar êriş li ser sînorên Iraqê pêkaniye, ji bo rawestandina êrişan divê Iraq bazirganiya bi Tirkiyeyê re bide rawestandin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistan û xaka Iraqê bê navber dewam dikin. Parlamenterê Iraqê Mihemed Şemerî derbarê êrişan de ji Rojnews re axivî.
Mihemed Şemerî destnîşankir ku dewleta Tirk zêdetirî 10 hezar caran êrişê ser sînorên Iraqê kiriye û wiha axivî; “Divê Hikumeta Iraqê dijî Tirkiyeyê kerta dîplomasî û aborî bikarbîne. Ger Iraq bazirganiya bi Tirkiyeyê re bide rawestandin, wê ziyanek mezin ya aborî bi bigihe Tirkiyeyê.”
(nr)