Parlamentoya Iraqê li ser metirsiya Koronayê banga civîna lezgîn kir

image_print

În, 29 May 2020 – 09:09  NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Iraqê li ser metirsiya Koronayê banga civîna lezgîn kir

Cîgirê serokê parlamentoya Iraqê Hisên Keebî li ser metirsiya belavbûna vîrûsa Koronayê hişyarî da. Hisên li ser metirsiya belavbûna Koronayê, banga civîna lezgîn kir. Waliyê Bexdayê jî got; “Hemû niştecihên Bexdayê dibin metirsiya pêketina vîrûsa Koronayê dene.”


Cîgirê serokê parlamentoya Iraqê Hisên Keebî, li ser metirsiya belavbûna vîrûsa Koronayê, banga civîna lezgîn li Şaneya Qeyranê ya parlamento û hikumetê kir. Hisên bi daxuyaniyekê diyarkir ku ger ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsa Koronayê rêyek neyê dîtin, wê welat ber bi maresatek mezin ve biçe.

Waliyê Bexdayê Mihemed Cabir Eta jî li ser metirsiya belavbûna vîrûsa Koronayê, daxuyaniyek belavkir. Eta di daxuyaniya xwe de hişyarî da û got; “Hemû niştecihên Bexdayê dibin metirsiya pêketina vîrûsa Koronayê dene.”

Şaneya Qeyrana parlamentoya Iraqê jî tedbîrên hikumetê yên ji bo pêşîgirtina Koronayê, rene kir û da zanîn ku hîn jî hikumet ji mezinahiya karesata çêbibe, tênegihiştiye.

Hêjayî gotinê ye heya niha li Iraqê 5 hezar û 457 kes bi vîrûsa Koronayê ketine. Bi giştî li Iraaqê 179 kes jî mirine. Herwiha 2 hezar û 971 kesên berê bi Koronayê ketibûn jî baş bûne.

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist