Parlamentoya nû ya Îranê cara yekem civiya

Çarşem, 27 May 2020 – 09:13  NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya nû ya Îranê cara yekem civiya

11. dema parlamentoya Îranê bi amadebûna 268 parlamenteran û Serokkomarê Îranê piştî hilbijartinê cara yekem civiya.


Ji berî çend kêliyan 11. dema parlamentoya Îranê bi amadebûna 268 parlamenteran û Serokkomarê Îranê cara yekemîn civiya.

Merasîmama vekirina 11. dema parlamentoya Îranê bi amadebûna Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî, Serokê Saziya Dadê Îbrahîm Reîdî, fermandarên hêzên leşkerî, wezîrên derve, hundirîn û Îtlaetê pêk hat.

Li gorî destûra Îranê, îro desteya serokatiya parlamentoyê li gorî temel wê were destnîşan kirin, heta ku amadarkiriyan bike, ji bo di pêşerojê de Destaya Serokatiya Parlamentoyê bi dengê parlamenteran were hilbijartin.

Di roja 21’ê Sibatê de hilbijartina dema 11. a Parlamentoya Îranê pêk hat. Lê gelek kêm kes çûn li ser sindoqan. Li gorî daneyên Wezareta Hundirîn a Îranê ji sedê 42.57 beşdarî hilbijartinê bibûn. Her çiqas mûxalefeta Îranê û daneyên nefermî eşkere dikirin ku ji sedê 20 kêmtir xelk çûne li ser sindoqan.

(ab)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist