Piştî agirbestê 7 leşkerên Efgan hatin kuştin

Pênçşem, 28 May 2020 – 13:15  NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî agirbestê 7 leşkerên Efgan hatin kuştin

Di yekem êrişa Talîban a pîştî dawîbûna agirbesta 3 rojî ya bi boneya Cejna Remezanê hatî îlankirin de 7 leşkerên Efgan hatin kuştin.


Bi boneya Cejna Remezanê Talîban 3 roj agirbest îlan kirîbû. Dewleta Efganistanê jî pêşwaziya agirbestê kirîbû. Piştî ku agirbest bi dawî bû Talîban yekem êrişa xwe li dijî leşkerên Efgan pêk anî.

Êriş li wîlayeta Perwan pêk hat. Baregehekî leşkerî ya hêzên Eftanistanê hate şewitandin. Di encamê de 5 leşkerên Efgan hatin kuştn û di şerê piştî bûyerê de rû da de jî 2 leşkerên din hatin kuştin.

Berdevkê Wîlayeta Perwan Wehîd Şahkar êrişa Talîban piştrast kir û ragihand ku di êrişekê de ziyan gihîştiye endamên Talîban, lê derbarê êrişê de agahiyên berfireh parve nekir.

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist