Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Iraqê Qasim Eracî diyarkir hebûna bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê di girtîgeha Hesekê de, metirsiyê dixe ser ewlehiya herêmê bi giştî. Eracî bang li civaka navnetewî kir erkê xwe pêkbîne daku dewletan neçar bike çeteyên xwe wergirin.
Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Iraqê Qasim Eracî li Bexdayê li gel şandeya Peymangeha Aştî ya Ewropayê civiya. Di civînê de Eracî îşaret bi metirsiya çeteyên DAIŞ’ê ya di girtîgehên Rojavayê Kurdistanê de hene kir û got; “Hebûna zêdetirî 10 hezar terorîstên ku xelkê 70 welatên cîhanê ne û niha di kampa Holê û girtîgeha Xwêran de ne, metirsiyek mezinin li ser Iraq, herêm û cihanê.”
Eracî daxwaz ji civaka navnetewî kir ku erkê xwe bi cih bînin daku dewletan neçar bike çeteyên xwe wergirin û wan çeteyan li welatê wan dadgeh bikin.
(kş)