Qendîl bûye pêşengahekî mezin a çandî

Li Binarê Qendîlê li qala pîrozbahiya Newrozê, çend standên cuda hatine danîn. Li wan standan pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, cilûberg, destmal, karê destan û xwarinên Kurdî lê tên pêşandan.


Li Binarê Qendîlê pîrozbahiya Newrozê berdewam dike. Li gel berdewamkirina pîrozbahiya ku hezaran Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê beşdarbûyî de, li qada Newrozê çend standên cuda hatine danîn.

Li van standan pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, tîşorên wêneyên Ocalan li ser, berhemên bi dest hatin çêkirin, destmal û cilûbergên gerîla tên pêşandan.

Gel eleqeyek mezin nîşanî van standan didin. Herwiha bi riya van standan berhemên hevdu nas dikin.

(ab)