کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Şemî, Rêbendan 28, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Qeyrana siyasî ya li Iraqê roj bi roj kûrtir dibe

  ROJNEWS- BEXDA
21/09/2022 - 12:21:02 pm
in ROJHILATA NAVÎN
0 0
A A
Qeyrana siyasî ya li Iraqê roj bi roj kûrtir dibe
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Qeyrana siyasî ya li Iraqê roj bi roj kûrtir dibe, ne serokkomar tê hilbijartin ne jî hikumetê tê avakirin. Xelkê Iraqê ditirse carek din alîgirên Sedir dakevin kolanan û nerazîbûn çêbibin. Parlamenterên Iraqê derbarê qeyrana siyasî ya li Iraqê de gotin; “Zêdetirî xwe hemû aliyên siyasî dixwazin parlamento dest bikarê xwe bike û hikumeta nû were avakirin.”

Qeyrana siyasî ya li Iraqê roj bi roj kûrtir dibe, beriya çileya Îmam Hisên li Iraqê alîgirên Tevgera Sedir daketibûn kolanan û ketibûn avahiya parlamentoyê. Bi destpêkirina çileya Îmam Hisên re bêdengî serwer bû. Lê ev bêdengî dibe ku bi xwere serîhilandanek din bîne.

Aliyên siyasî li hemberî Tevgera Sedir hewl didin parlamento carek din dest bi karê xwe bike û bicivin. Ger ev yek çêbibe, çavdêrên siyasî dibêjin wê bibe sedema nerazîbûna aliyên Tevgera Sedir. Ji bo wê di be ku carek din li Herêma Kesk a Bexdayê alîgirên Sedir dakevin kolanan û heman bûyerên di 28’ê Tebaxa 2022’an de rû bidin.

Berdevka Hevpeyamana Nesir, Ayet Muzefer ku serokatiya wê Heyder Ebadî dike, derbarê aloziya li Iraqê de ji Rojnews re axivî. Ayet Muzefer dibêje; “Pêşbîniyek heye ku parlamento di demek nêzde ji bo temamkirina pêngavên destûrî ya ji bo pêkanîna hikumeta nû kom bibe. Ev daxwaza pêkanîna hikumeta nû biryardana ji bo hilbijartinek pêşwext ya hepveymana meye jî. Zêdetirî aliyên din jî vê yekê dixwazin.”

Dihat payîn piştî dawîbûna çileya Îmam Hisên, nûnerên PDK’ê, Sune û Çarçoveya Hemahengî serdana Necef bikin û cara dawî ji Sedir bixwazin tevlî hikumetê bibe. Lê heya niha ev serdan pêknehatiye û nayê zanîn wê kengê çêbibe.

Parlamenterê berê yê Iraqê Kazim Siyadî derbarê heman mijarê de ji Rojnews re axivî. Kazim got ku Çarçoveya Hemahengî li ser namzetiya Mihemed Şiya Sudanî ya ji bo serokwezîrtiya Iraqê bi israre, lê Sedir piştgiriya mayîna Kazimî dike. Siyadî da zanîn ku ev yek bûye sedema nakokiya di navbera Tevgera Sedir û Çarçoveya Hemahengî de.

Kazim Siyadî

Di dewama axaftina xwe de Kazim Siyadî dibêje; “Ji bo hikumeta nû Mihmed Şiya Sudanî xwedî bernameyek bihêze, ev jî li ser hinek aliyên din bûye cihê metirsiyê, bi taybet li ser Sedir. Hilweşandina parlamentoyê nayê qebûlkirin, eger hîn zêdetir civîna parlamentoyê were paşxistin, parlamenter dikarin cihê serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî bigrin.”

Duh çavkaniyek ji nav Eniya Hîkme ragihand, Îran peyama xwe gihandiye aliyên Şûî, ragihandiye ku ew ne bi pêkanîna hikumetek nû re ku Sedir û kolanên Iraqê dijberiya wê bikinin.

Parlamenterê serbixwe yê Iraqê Basim Xeşan jî li ser heman mijarê ji Rojnews re axivî û got; “Her lihevkirinek Tevgera Sedir û Çarçoveya Hemahengî ya ji bo pêkanîna hikumetê ya yek salî, wê bandorek xirab li ser pêkanîna hikumetê bike.”

 

Nûçeya berê

Delal Nûrhak li Mexmûrê hate bîranîn

Nûçeya pişt re

Dijî qetilkirina Jîna Emînî girtiyên jin ên Îranê bang kirin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Dostê Kurdan nivîskar Recaî Fayid koça dawî kir

Dostê Kurdan nivîskar Recaî Fayid koça dawî kir

Rêbendan 27, 2023
Wê şandek Iraqê ji bo avê biçe Tirkiyeyê

Wê şandek Iraqê ji bo avê biçe Tirkiyeyê

Rêbendan 27, 2023

QSD’ê 32 çeteyên din jî girtin

Ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re serlêdan hate kirin

Di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de 2 çete hatin girtin

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dewam dike

Nûçeya pişt re
Dijî qetilkirina Jîna Emînî girtiyên jin ên Îranê bang kirin

Dijî qetilkirina Jîna Emînî girtiyên jin ên Îranê bang kirin

Yên Li Pêş

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî hate binçavkirin-Hate Nûkirin

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî hate binçavkirin-Hate Nûkirin

Rêbendan 27, 2023

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Selam Ebdula bê ku sedemek were nîşandan, li Ranyayê hate binçavkirin. Tevgera Azadî ya Civaka...

Li Silêmaniyê semînerek li ser dagirkerî û guhertinên li herêmê de hate dayîn

Li Silêmaniyê semînerek li ser dagirkerî û guhertinên li herêmê de hate dayîn

Rêbendan 27, 2023

Li bajarê Silêmaniyê semînerek bi navnîşana ‘Kurd li hemberî guhertinên Rojhilata Navîn û dagirkeriya herêmê’ hate dayîn. Di semînerê de...

‘Em kesên xayîn ji Êzidiyan hesab nakin’

‘Em kesên xayîn ji Êzidiyan hesab nakin’

Rêbendan 27, 2023

Civaka Êzidî piştgiriya xwe ya ji bo Operasyona Tolhildanê ya YBŞ’ê nişan dide û li dijî xeta xiyanetê ev peyam...

Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî li dozgeriyê hate dayîn

Ciwanên Êzidî: Emê têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin

Rêbendan 27, 2023

Ciwanên Êzidî ku li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan bi hêrs in diyar kirin ku ji bo moral û...

Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 48’an de didome

Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 48’an de didome

Rêbendan 27, 2023

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd...

Dijî binçavkirina hevserokê Tevgera Azadî wê çalakiyek were lidarxistin

Dijî binçavkirina hevserokê Tevgera Azadî wê çalakiyek were lidarxistin

Rêbendan 27, 2023

Hevserokê Tevgera Azadî Selam Ebdula bê ku sedemek were nîşandan, li Ranyayê hate binçavkirin û hîn nehatiye berdan. Dijî binçavkirinê...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist