QSD: Berpirsekî payebilind ê DAIŞ`ê hate kuştin

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) eşkere kir ku berpirsekî payebilind ê DAIŞ'ê hate kuştin.


Li gorî agahiyên Buroya Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe belav kiriye, Yekîneyên Antîterorê yên QSD`ê, îro di saetên berbangê de, li bakurê Şedadê çalakiyek li dijî çeteyê bi navê Ebû Haris Iraqî ku berê ewlehiya sînorê Sûriyê-Iraqê girtibû, her wiha berpirsê kuştinên li başûrê Mûsilê yê Iraqê bû û serçeteyê ewlehiyê yê wîlayeta Diyalayê di sala 2013`an de bû, li dar xist.

Di encama lêgerînê de, yekîneyan secrete di tunelekê de ku xwe tê de veşartibû, dît. Di tunelê de, serçete û endamekî şaneyên veşartî bi wî re bû. Piştî bangên ji bo derxistina wan ji tunelê, lê ew derneketin û di encamê de pevçûn çêbû û her du çete hatin kuştin.