Rawestandina geşta asîmanî ya Iraqê hat dirêjkirin

Saziya Rêyên Hewayî ya Iraqê rawestandina geşta asîmanî heta 7’ê Hezîranê dirêj kir.


Saziya Rêyên Hewayî ya Iraqê bi daxuyaniyek ragihand di çarçoveya biryarên ji bo xwe parastina ji virûsê de, rawestandina geşta asîmanî ya Iraqê heta 7’ê Hezîrana 2020’an hate dirêjkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ev biryar ji bo geştên asîmanî yên balafirên Heyva Sor, yên leşkerî, alîkariyên tendirustiyê, rewşên awarte û balafirên kargo ne derbazdare.

Hêjayî gotinê ye Saziya Rêyên Hewayî ya Iraqê 24 Adarê di çarçoveya tedbîrên li dijî şewba vîrusa Koronayê de li giştî Iraqê û Herêma Kurdistanê geştên asîmanî rawestandibû.

(şk)