Rayedarên artêşa Iraqê li gel YBŞ'ê civiyan

Îro li navenda bajarê Şengalê şandeya Bexda ku pêkdihat ji Rayedarên paye bilind ên artêşa Iraqê li gel fermandeyê YBŞ'ê Seyîd Hesen civiyan. Rayedarên artêşa Iraqê di civînê de diyar kirin ku ew YBŞ'ê wekî beşekî ji hêzên Iraqê ji bo parastina Êzidiyan dibînin, herwiha divê danûstandinên dinavbera artêşa Iraqê û YBŞ'ê de werin xurtkirin.


Di 17'ê Adarê de, dema wesayîtekî şervanên YBŞ'ê li nuqteyekî artêşa Iraqê re derbas dibû, artêşa Iraqê wesayît gulebaran kir. Di encamê de 2 şervanên YBŞ'ê şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. Piştî êrîşê di navbera Rêveberiya Şengalê û Bexdayê civîn pêk hat.

Îro jî şandeyek ji Bexda serdana Şengalê kirin. Di nava şandeyê de tîma Abdulreşîd Yarallah û Sekreterê Giştî yê Ewlekariya Nîştimanî yê Artêşa Iraqê Otman Elxanmî cih digirtin. Şande li navenda Şengalê bi fermandarê YBŞ'ê Seyîd Hesen, nûnerên saziyan û Serok eşîrên Şengalê re civiyan.

Di civînê de hate gotin ku kêm danûstandina di navbera artêşa Iraq û YBŞ'ê de ev bûyer rûdaye. Her wiha di civînê de rayedarên Iraqê diyar kirin ku ew YBŞ'ê wekî hêzekî parastina Êzidiyan dibînin.

Têkildarî naveroka civînê Berpirsyarê Giştî yê Artêşa Iraqê Otman Elxanmî daxuayniyek da çapemeniyê û got: "Sedemê hatina me ya Şengalê, ji bo em li ser rewşa ewlehî bi sekinin, bi taybetî piştî bûyera dawî rûdayî em ji nêzde lêkolînê li ser bikin hatine vir. Her wiha me fikrê hemû aliyan girtin. Tişta ku li ser ragihandinan tê gotin mijarê gelek mezinkirine. Me di civînê de rastiya bûyerê zanî, emjî wê zanyariyan ji Serokwezîr Adil Ebdulmehdî re ragihînin. Tişta ku li Şengalê rû dayî ji kêm danûstandina dinavbera me û YBŞ'ê de bû. Me komîsyonek ji bo rastiya bûyerê derxîne avakir."

Fermandarê YBŞ'ê Seyîd Hesen jî ji Rojnews'ê re li ser naveroka civînê axivî. Hesen diyarkir ku ji beriya sê rojan bûyerek dinavbera artêşa Iraq û şervanên YBŞ'ê de li ser sînorê Iraq û Suriyê rûda. Di encama bûyerê de 2 şervanên YBŞ'ê şehîd bûn û 3 şervan jî birîndar bûn. Hesen axaftina xwe wiha domkir; "Ev bûyera rûdayî ne tesadif bû, qomployek bû. Di be hinek kesayetên dinava artêşa Iraqê de bêy îrada berpirsên artêşê ev bûyer kiribin. Armanc ji vê komployê ewbû ku di navbera YBŞ'ê û artêşa Iraqê de şerekî derxin. Li ser ragihandinan jî du rojan serhev zanyariyên şaş belavdikirin ji bo ku îrada vî gelî bişkînin. Hatina şandeyê ji bo Şengalê ji ber van bûyeran bû. Em wekî hêzên Êzidî, li Şengalê tu hedefa me nîne ku em li dijî artêşa Iraq'ê derkevin.  Em jî xwe beşek ji Iraqê dibînin. Em dixwazin rewşê aram bikin da ku xelkê me vegera ser axa xwe, ew jî hewil didin ku bûyer mezin nebe û danûstandin di navbera me de bi hêztir bibe."

Seyîd Hesen di dewama axaftina xwe de got; "Di civînê de rayedarên artêşa Iraqê diyar kirin ku ew şehîd û berdelên YBŞ'ê dane gelek bi nirx dibînin. Herwiha ew YBŞ'ê wekî beşekî ji hêzên Iraqê ji bo parastina Êzidiyan dibînin. Rayderan diyar kirin ku divê danûstandinên dinavbera artêşa Iraqê û YBŞ'ê de werin xurtkirin."

(şk)