Rêberê Îranê biryara bilindkirina nirxê benzînê erê kir

Berdevkê hikumeta Îranê diyarkir ku biryara bilindkirina nirxê benzînê, ji aliyê Elî Xamneyî ve hatiye erê kirin.



Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 4 roje bi hezaran kes daketine qadan û dijî nirxê bilindkirina benzînê li kolaninin. Lê li rexmê nerazîbûn û xwepêşandanan jî rêberê Îranê Elî Xamneyî biryara bilindkirina nirxê benzînê erê kir.

Berdevkê hikumeta Îranê Elî Ribî li rexmê nerazîbûn û xwepêşandanan jî ji bo erê kirina bilindkirina nirxê benzînê, spasîya rêberê Îranê Elî Xamneyî kir.

Berdevkê hikumetê Elî got; “Welatê me bi ambargo yan jî bê ambargo, pêwîstî bi reformê heye. Biryara bilindkirina nirxê benzînê ji aliyê rêber Elî Xamneyî ve hatiye erê kirin. Divan rojên dijwar de divê piştevanê berjewendiyên netewî bike. Em spasiya Xamneyî dikin.”

Berdevkê hikumetê di dewamê de got ku ji ber pirsgirêkên ewlekariyê xetên înernetê nîne, ewê di rojên bêde vekin.