Rêveberiya Şam’ê: Tirkiye biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY binpê dike

Hikumeta Sûriyeyê li ser hewldanên Tirkiye yên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ewê teqez li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk rawestin û hate gotin ku Tirkiye, Qanûnên Konseya Ewlekariyê ya NY binpê dike.


Rayedarên Şam’ê ji Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê Sanayê re axivîn û diyar kirin ku ew bi biryarin ku li dijî dagirkeriya Tirk rawestin.

Li gorî nûçeyê çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî liv û tevgera leşkerî ya Tirk a li ser sînor dide nîşan û ev tişt parve dike, “Ew gotinên tund ên rejîma Tirk, niyeta wan a êrîşkar û komkirina leşkerî li nêzî sînorê Sûriyeyê bi tundî şermezar dike."

Heman çavkanî di heman demê de diyar kir ku gefên Tirkiyeyê binpêkirina giran a qanûna navneteweyî û biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye.