Rêveberiya Şam’ê: Tirkiye biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY binpê dike

Çarşem, 9 Kewçêr 2019 – 15:27  ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Şam’ê: Tirkiye biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY binpê dike

Hikumeta Sûriyeyê li ser hewldanên Tirkiye yên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ewê teqez li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk rawestin û hate gotin ku Tirkiye, Qanûnên Konseya Ewlekariyê ya NY binpê dike.


Rayedarên Şam’ê ji Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê Sanayê re axivîn û diyar kirin ku ew bi biryarin ku li dijî dagirkeriya Tirk rawestin.

Li gorî nûçeyê çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî liv û tevgera leşkerî ya Tirk a li ser sînor dide nîşan û ev tişt parve dike, “Ew gotinên tund ên rejîma Tirk, niyeta wan a êrîşkar û komkirina leşkerî li nêzî sînorê Sûriyeyê bi tundî şermezar dike.”

Heman çavkanî di heman demê de diyar kir ku gefên Tirkiyeyê binpêkirina giran a qanûna navneteweyî û biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye.

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist