Rufatên 171 jin û zarokên enfalkirî gihandin Bexda yê

Rufatên 171 jin û zarokên ku di gorên komî yên li parêzgeha Semawe ya Iraqê de hatibûn derxistin, şandin Tiba Edlî ya Bexda yê.


Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê Salar Mehmud di daxuyaniyek de eşkere kir ku rufatên 171 jin û zarokan ku di yek ji sê gorên komî ku li parêzgeha Semawa ya Iraqê hatin derxistin, şandine Tiba Edlî ya Bexda yê.

Herwiha Salar Mehmud da zanîn ku wê di meha bê de dest bi vekirina her du gorên din ên komî were kirin.

Salar Mehmud got, em hewil didin beriya ku rûfat werin şandina Kurdistanê, li Bexdayê berasîmek fermî jêre were lidarxistin û wisan bişînin Kurdistanê.

(şk)