Rûhanî bang li dewleta Tirk kir

 Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî banga devjêberdana operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û xwest ku hêzên Rejîma Sûriyeyê li ser sînor bi cih bibe. Rûhanî bang li dewleta Tirk ku helwesta xwe biguhere.


 Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî têkildarî amadekariyên operasyona Tikriyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: "Di mijara sînorên xwe yên başûr de her cûre mafê Tirkiyeyê heye ku gumanan bike û ji bo ji holê rakirina vê gumanê jî her cûre mafê wê heye. Lê divê rêya rast bê hilbijartin. Divê Amerîka ji herêmê derkeve û Artêşa Sûriyeyê lê bi cih bibe û kurd li cem hêzên Esad cih bigirin."

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî  bal kişand li ser Idlibê û wiha domand"Pirsgirêka bingehîn a Sûriyeyê ya îro ne rojhilatê Firatê ye, lê belê Idlib e û li wir tevahî rêxistinên terorê kom bûne. Ji dewletên dîtir, bi taybet ji hikumeta Tirkiyê hêvî dikin ku alîkar bin û balê zêdetir bikişînin ser vê pirsgirêkê da ku ne rû bi rûyî pirsgirêkeke nû li herêmê bin."