Rûsyayê 32 zarokên DAIŞ’î yên li girtîgehên Iraqê wergirt

Rûsyayê ragihand ku wan 32 zarokên çeteyên DAIŞ'ê yên li Iraqê di girtîgehê de ne wergirtiye û vegerandine welatê wan.


Wezareta Tenduristiyê ya Rûsyayê ragihand ku 32 zarokên jinên DAIŞ'î yên li girtîgehên li Iraqê ne vegerandine welatê wan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dayikên zarokan ji endametiya DAIŞ'ê girtîne yan jî hîn jî tên darizandin.

Di daxuyaniya wezaretê de hate ragihandin ku zarokên anîn Rûsyayê ji bo kontola tenduristiyê sewqî nexweşxaneyê hatine kirin.

Bi koma dawî re hejmara zarokên ku ji Kanûna 2018'an ve birine Rûsyayê gihîşt 122 kesan. Temenê wan zarokan ji 1 heta 12 salî ne. Rûsyayê herî dawî di Tîrmehê de komek ji zarokan vegerandibû.