Şandeya Hikûmetê li gel Serokwezîrê Iraqê civiya

Şanda Hikumeta Herêma Kurdistanê ya bi  serokatiya serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexda piştî hevdîtina li gel Serokkomar Berhem Salih li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmhedî civiya.


Şanda Hikumeta Herêma Kurdistanê  îro bi serokatiya Serokê Hikumeta Herêmê Mesrur Barzanî gihiştin Bexda û ji aliyê serokkomarê Iraqê Berhem Salih ve hate pêşwazî kirin.

Şandeye piştî hevdîtina li gel Berhem Salih li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya.

Tê payîn ku piştî hevdîtina li gel Adil Ebdulmehdî şande, li gel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî bicive.

Li gorî medya PDK'ê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta nîşandan û derbirîna niyeta baş a Herêma Kurdistanê ya ji  bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de serdana Bexda kiriye.

Heta niha li ser hevdîtina ti daxuyanî nehatine dayîn.

Di şanda hikumetê de serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokê hikumetê Qubad Talebanî, Wezîrê Dadê Ferset Ehmed, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, Wezîrê Darayî û Aboriyê Awat Şêx Cenab û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî cih digrin.

(rn)