Şandeya Rojava serdana HDKA kirin

Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Koyê serdana Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKA) kirin.


Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê serdana Hizba Demokrata Kurdistana Îranê kirin.

Şande Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Sekreterê Giştî yê HDKA Mistefa Hicrî ve hate pêşwazî kirin.

Têkildarî naveroka civînê Cihgirê Berpirsê Giştî û Berpirsê Navenda Siyasî ya HDKA Hesen Şerefî di civîna çapemeniyê de got; "Naveroka civîna me piranî liser mijarên netewî bûn. Daxwaziya şandeya Rojava ew bû ku hîn zêdetir partiyên Kurdan li gel hev dinava danûstandinan de bin. Herwiha xwestin ku hîn zêdetir giftûgo li ser rewşa Kurdistanê bikin, ji berku rewşa Rojhilata Navîn gelek hestiyare."

Di dewama axaftina xwe de Şerefî got; "Li gora me bi yekgirtin û hevhelwestiyê Kurd dikarin mafên xwe bidest bixin. Herwiha emê li ser helwesta xwe ya netewî berdewam bin û emê piştgiriya hemû parçên Kurdistanê bikin."

Li ser navê şandeya Rojava jî Serokê Partiya Çepa Kurd Mihemed Musa got; "Em dixwazin hemû bi hevre Ii dijî van êrîşên li ser destkeftiyên gelê me heyî rawestin. Em ji bo vê armancê hatine Başûrê Kurdistanê ji bo em hemû bihevre bi yek helwestê li dijî van êrîşan bisekinin û em yekitiya xwe li dijî dagirkeran li her çar parçan xurt bikin."

Hêjayî gotinê ye Şande îro serdana Baregeha Hizba Demokratîk a Kurdistan a Îranê (HDK) ya li navçeya Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê jî kiribûn.

Ev 4 roje şanda Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ye. Tê payîn serdana şandê ya ji bo aliyên siyasî dewam bike.

Mijarên sereke yên şandeyê jî yekîtiya neteweyî ya Kurdan û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Kurdistanê ye.

(şk)