Serokkomarê Iraqê derbarê êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser leşkerên Iraqê peyamek belavkir. Berhem Salih xwest ji bo parastina welatiyan hikumetek were avakirin.
Çeteyên DAIŞ’ê îro danê siharê êrişê baregehên leşkerên Iraqê yên di navbera gundên El Tala û Um El Keramî yên ser bi navçeya El Ezim ya ser bi parêzgeha Diyalayê kirine.
Di encama êrişan de yek jê fermandar 10 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan. Serokkomarê Iraqê Berhem Salih derbarê êrişa çeteyên DAIŞ ya ser hêzên Iraqê de peyamek belavkir.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di peyama xwe de ragihand ku armanca êrişa terorîstî û tirsonek, ewlekariya Iraqê ye.
Berhem Salih di peyama xwe de xwest ji bo parastina welatiyan, hikumetek were avakirin.
(nr)