Şervanên QSD’ê derbeke giran li dagirkeran xist

Şervanên QSD’ê li ser rêya di navbera Til Temir û Eyn Îsa’yê de li komeke dagirkerên Tirk dan û di encamê de hêjmareke zêde dagirker hatin kuştin û 2 panzer hatin îmhakirin.


Li navbera Til Temir û Eyn Îsayê, şervanên QSD'ê li çeteyên dewleta Tirk a dagirker dan ku xwestin ji milê Eyn Îsa û Girê Spî bikevin nava Til Temirê. Di encamê de 2 panzer hatin îmhakirin û êrîş hate têkbirin. Tê gotin ku ji dagirkeran gelek kuştî û birîndar hene.

Her wiha li ser rêya navbera Eyn Îsa û navçeya Çelebiyê de şerekî giran heye.