Sopay Pasdaran: Em ji herêmê na vekişîn

Alîkarê Fermandeyê Sopay Pasdaran Hisên Selamî, di merasîma salvegera şoreşa gelan a Îranê ku rejîma Îran wekî 'Şoreşa Îslamî' binavdiki de axivî. Selamî diyar kir ku ewê hêza xwe ji welatên Rojhilata Navîn paşde nekişînin, divê welatên rojavayî hêza xwe ji van herêman bi paşde bikişînin.


Alîkarê Fermandeyê Sopay Pasdaran Hisên Selamî, di merasîma salvegera şorşeşa gelan a Îranê ku rejîma Îran wekî 'Şoreşa Îslamî' binav diki de axivî. Selamî di merasîmê de diyar kir ku siyaseta Îran li gorî xwestek û helwesta dijminan nayê guhertin. Selamî got: "Dijmin daxwaz ji me dike ku em ji herêmê hêza xwe paşde bikişînin. Lê pêwîste ew hêzên rojavayî ji Rojhilata Navîn derkevin."

Selamî herwiha gef li hêzên rojavayî xwar û got: "Emê li cihê herî dûr li hemberî dijminan bisekinin, ew cihin yên ku dijmin qet hêvî jê nake em lêne."

Axaftinên Alîkarê Sopay Pasdaran Hisên Selamî, piştî wê yekê hatin ku rayedarên rejîma Îranê ji beriya niha di gelek daxuyaniyên xwe de eşkere kiribûn ku tu hêzek ya wan ji dervey sînorê Îranê tune ne. Yên heyîn jî tenê karê şêwirmendiyê dikin tu rolek a wan ya leşkerî tune ye.

(şk)