Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li paytexta Îranê Tehranê li gel Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan civiya. Di hevdîtinê de qala peywendiyên aborî yên herdu welatan û hewldanên Iraqê yên ji bo aramiya navxweyî kirin.
Li gorî Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li paytexta Îranê Tehranê îro danê sibehê li gel Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan civiya.
Di hevdîtinê de qala peywendiyên aborî yên herdu welatan û hewldanên Iraqê yên ji bo aramiya navxweyî û hewldanên Iraqê yên ji bo ewlehiya heremê hate kirin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî duh bi vexwendina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reisî serdeana Tehranê kir. Herwiha duh rêze hevdîtin li gel rayedarên siyasî û olî yên Îranê kir. Peywendiyên di navbera herdu welatan û tevgera leşkerî ya li Herêma Kurdistanê guftûgo kirin.
(ab)