Tê îddîa kirin fermandarê Feyleqî Qûds ji aliyê MOSAD’ê ve hatibe revandin

image_print

Şemî, 30 May 2020 – 15:20  ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN

Tê îddîa kirin fermandarê Feyleqî Qûds ji aliyê MOSAD’ê ve hatibe revandin

Fermandarê Feyleqî Qûds yê Sûpay Pasdaranê Îranê, nêzî du mehe xûya nake. Tê îddîakirin ji aliyê îstîxbarata Îsraîlê MOSAD’ê ve hatiye revandin.


Berê niha du mehan hate îddîakirin Fermandarê Feyleqî Qûds yê Sûpay Pasdarê Îranê Îsmaîl Qaneî û alîkarê Qasim Silêmanî, di êrîşeke hewayî li Sûriyê hatiye kuştinin. Lê rejîma Îranê vê îddîayê red kiribû. Lê zêdeyî du mehe ne diyare.

Niha jî tê îddîakirin Qaneî ber3e niha du mehan bi operasyoneke taybet a MOSAD’ê hatiye revandin.

Li gorî tê gotin, Îran hewl dide bi awayeke veşartî li gel Îsraîlê rûne û daxwaza serbest berdana Qaneî bike. Lê Îsraîl tenê bi şertekî gotiye, ewê Qaneî serbest berdin ew jî eger Îran hemû hêzên xwe ji Sûriyyeê vekişîne û êdî venegere Sûriyê.

Herçend Îran kuştina Qaneî red kiribe jî, lê ji dema belavbûna van îddîayan heya niha Qaneî xuya nake û ti ragihandineke er bi Îranê jî bi ti awayî behsa wê nakin. Ev jî dibe sedem ku guman zêdetir bibin.

Her têkildarî revandina Qaneî û vekişandina hêzên Îranê ji Sûriyê, roja 18’ê Gulanê, Wezirê Parastinê yê Berê yê Îsraîlê Eftal Binit ragihand, “Îran bi şêweyeke berçav, hejmara hêzên xwe yên li Sûriyê kêm kiriye  û heta hinek baregehên xwe yên leşkerî jî terk kiriye. Herçend Îran dest bi derketina ji Sûriyê kiribe jî, divê em karê xwe temam bikin, ji ber hîn jî li ber destê me de ne.”

Her di vê demê de Sekreterê Giştî yê Hizbûllaha Libnanê Hesen Nesrûlla jî piştrast kriibû ku hêzên Îranê ji Sûriyeyê vekin.

Zêdekirina hêzên Rûsî û baregehên wan ên li Sûriyê, vê îddîya vekişîna hêzên Îranê piştrast dike û dide nîşan ku ew valatiya ku di encama vekişîna hêzên Îranê de li herêmê çêbûye, ji aliyê Rûsyayê ve tê dagirtin.

(bz)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist