Tevgera Azadî serî li Encumena Komîsyona Bilind da 

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), li hemberî girtina navendên xwe yên li Herêma Kurdistanê, serî li Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê da. Serokê Encumena Komîseran a Komîsyonê diyar kir ku biryara girtina navendên Tevgera Azadî ne yasayî ye û wê zextê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ku baregehên Tevgera Azadî bên vekirin.


Şandeya Tevgera Azadî ku piştî girtina ofîsên wê yên li Herêma Kurdistanê çûbû Bexda, hevdîtin û serlêdanên xwe didomîne. Şandeyê piştî ku duh serdana Daîreya Partiyên Siyasî ya Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê da, îro jî bi Serokê Encumena Komîseran a Komîsyonê Hilbijartinê ya Bilind Meen El Hîtawî re civiya.

Di hevdîtinê de şandeya Tevgera Azadî têkildarî girtina navendên Tevgerê yên li Herêma Kurdistanê zanyarî dan û belge pêşkêş kirin. Şandeyê herwiha belgeya fermiyeta Tevgera Azadî ku ji Komîsyona Bilind  Hilbijartinê hatiye girtin jî pêşkêş kir.

Endamê Desteya Tevgera Azadî Nerîman Ehmed ku di şandeyê de cîh girt, têkildarî mijarê agahî dan RojNewsê. Nerîman Ehmed destnîşan kir ku Serok Encumenê El Hîtawî girtina navendên Tegvera Azadî şermezar kiriye û weke karek ne yasayiye binav kiriye.

Ehmed anî ziman ku Hîtawî bal kişandiye ku eger partiyekê destûra xwe ji Bexdayê girtibe, ev tê wateye ku li tevahiya Iraqê fermî ye û wiha dom kir: “Di hevdîtina me de Hîtawî got ‘Tevgera Azadî hezekî ku destûr ji bo wê hatiye dayîn e. Em ê zextê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ku baregehên Tevgera Azadî bên vekirin. Her wiha diyar kir ku ewê li ser mijarê lêkolînê bidin destpêkirin.”

Nerîman Ehmed, da zanîn ku şandeya wan dê li Bexda bi hemû aliyên siyasî û parlamanteran re jî bicive û danustendinan bikin.

Şandeya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî û Nerîman Ehemd û Parlamentera Tevgera Azadî ya Parlamentoya Iraqê Yusra Receb pêk tê.

Çi bibû?

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdstanê di 17’yê cotmeha sala 2014’an de hatiye damezirandin. Di destpêka damezirandin Tevgera Azadî de ji bo girtin destûrê serî li Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistan daye. Lê heya niha jî bersiva wan ne hatiye dayîn. Tevgera Azadî ku di heman demê serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê dabû, di 4’ê Kanûna sala 2017’an de bi awayekî fermî weke partiyek siyasî hate pejirandin. Tevgera Azadî di heman mehê de kongerya xwe pêk anî û rêveberiya xwe diyar kir.

Hikûmeta Herêma Kudistanê di 25’ê Mijdar 2018’an de biryar girt ku ew ê partî û rêxistinên ku li Herêma Kurdistanê fermiyeta wan nîn e bigirin. Piştî biryarê navendên Tevgera Azadî hatibûn girtin.

(ep)