Wê parlamentoya Iraqê bicive

Serokatiya parlamentoya Iraqê bi daxuyaniyekê bang li parlamenteran kir da ku di 3’ê Hezîranê de li parlamentoyê ji bo civînê amadebin.


Li gorî daxuyaniya serokatiya parlamentoya Iraqê, wê parlamentoya Iraqê 3’ê Hezîranê di saet 13:00’an de bicive. Li gorî agahiyan di be ku di civînê de bawerî bi wezîrên hikumetê yên mayîn, were dayîn.

(nr)