Wezîrê Îranê li ser kuştina xwepêşandêran li xwe mikur hat

image_print

Yekşem, 31 May 2020 – 10:11  NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Îranê li ser kuştina xwepêşandêran li xwe mikur hat

Wezîrê Karê Hindir yê Îranê cara yekem li xwe mikur hat ku hêzên rejîma Îranê, di xwepêşandanên sala par de zêdetirî 200 xwepêşandêr kuştine.


Sala borî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xelk dijî bilindkirina nirxê benzîn, siyaseta aborî û desthilatdariyê daketin qadan û xwepêşandanên girseyî çêbûn. Li gorî hinek çavkaniyan zêdetirî hezar û 500 kes di wan xwepêşandanan de hatibûn kuştin. Wezîrê Karê Hindir yê Îranê Rehmanî Fezlî, di televziyonek fermî ya dewletê de axivî û cara yekem li xwe mikur hat ku hêzên rejîmê, zêdetirî 200 xwepêşandêr kuştine.

Rehmanî diyarkir ku di xwepêşandanan de 200 heya 220 xwepêşandêr ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin. Rehmanî got ku ji vê hejmarê, sedî 80’yê xwepêşandêran ji aliyê hêzên dewletê ve, sedî 20 jî bi çekên ku neyên polîsan bûn, hatine kuştin.

Fazil sedemê guleberdana xwepêşandêran jî, bi heyîna çekan ve girêda û got; “Gelek kes çek pê hebûn û êrîşê navendên polîsan dikirin.”  

Li gorî daneyên herî dawî yên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 204 kesan jiyana xwe ji dest dane. Lê heman rêxistinê da zanîn ku bê guman hejmara rast ji vê zêdetire.

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist