Wezîrê Karê Derve yê Elmanya li Îranê ye

Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas ji bo hevdîtina li ser peymana nukleerê û ji bo ‘çareseriyê’ li Tahranê ye. Tê payîn bi serokkomar û Wezîrê Derve yê Îranê re bicive.


Li gorî ragihandina Îranê, duh derengiya şevê Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas gihiştiye paytexta Îran, Tahranê. Tê payîn îro Heîko Maas bi Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîfî û serokomarê Îranê Hesen Ruhanî re bicive.

Li gorî agahiyan Wezîrê Elmanyayê Maas ji bo hevdîtina li ser peymana nukleerê û ji bo çareseriyê li Tehranê ye.

Peymana li ser nukleerê di Tîrmeha 2015’an de hate îmzekirin. Îran, Çîn, Rûsya, Elmanya, Fransa, Îngîltere û DYE’yê ev peyman îmze kiribûn.

DYE’yê di Gulana 2018’an de xwe ji peymana nukleer vekişand û dest bi zext û ambargoyê kir. Trûmp ji bo ku welatên din jî xwe ji peymanê vekişînin, zextan dike.

(nr)