Wezîrê Karê Derve yê Elmanya û Îranê piştî civînê daxûyanî dan

Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê serdana Îranê kir û bi Wezîrê Karê Derve yê Îranê re civiya. Piştî civînê her dû wezîran daxuyaniyek dan çapemeniyê.


Duh derengiya şevê Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas gihişt paytexta Îran, Tahranê. Heîko Mass bi Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîfî re civiya. Piştî civînê her dû wezîran daxuyaniyek dan çapemeniyê. Tê payîn îro Heîko Maas bi serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî re jî bicive.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Heîko Mass axivî û got; “Danûstandina dinavbera her dû welatan de gelek girînge. Rewşa Rojhilata Navîn gelek hestyar û cidiye. Pêwîste ji bo pêşî girtina tevlihevî û şer li herêmê hewl bên dayîn. Di civînên bi welatên herêmê re hat dîtin ku ti kes şer naxwaze. Min vê peyamê ji welatên herêmê ji bo Îranê aniye. Em ji bo sozên xwe bicih bînin hemû hewldanan dikin. Lê em nikarin mucîzeyekê jî bikin. Em hewl didin mekanîzmeya ‘Instex’ dinavbera Yekitiya Ewrupa û Îranê re bicihbînin.”

Wezîrê Elmanyayê balkêşa ser aloziya li Yemen û Suriyeyê jî û got; “Divê di çarçoveya berjewendiyên me de herêm rêyek çareseriyê ya siyasî ji bo van welatane bibîne.”

Piştî wezîrê Elmanyayê, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Zerîfî jî axivî û got; “Pirsgirêka Rojhilata Navîn Îsraîl û bi piştgiriya Amerîkayê ye. Berevajiyê hemû yasayên navnetewî dagirkariya Quds û Golan bi fermî nasîne. Ev sucek nûye li herêmê. Ti kes nikare dijî me karek bike ku bê bersivek giran bimîne. Em nebûne despêka ti şerek û nabin jî.”

Zerîfî balkêşa ser danûstandinên bi welatên herêmê re jî û got; “Me ji bo cîranên xwe gotine ku em ji bo danûstandinan amadene. Ez bi hatina Baas jî gelek kêfxweşim. Ev pêşniyar hertim li ser maseye.”

Zerîf da zanîn ku serokê Amerîkayê Trump diyarkiriye ew bi Îranê re di nava şerek aboriyê dene û got; “Sedemê nexweşiya li herêmê eve. Tenê rêya sekinandina nexweşiyê jî, rawestandina şerê aboriye. Elmanya û Yekitiya Ewrupa dikarin rolek girîng ji bo dawî anîna şerê Aborî ku Amerîka li dijî Îranê dide meşandin bikin.”

(nr)