Wezîrê Parastinê yê DYA'yê gihişt Bexda

Wezîrê Parastinê yê DYA'yê, Patrîk Şanahan îro bi serdanekê gihîşte paytexta Iraqê Bexdayê.


Li gorî medya Iraqê, Wezîrê Parastinê yê DYA'yê, Patrîk Şanahan gihîşt paytexta Iraqê Bexdayê. Wê li gel rêveberên Iraqê bicive.

Piştî ku James Mattis ji be nezîbûna li hemberî vekişîna Amerîka ji Sûriyeyê  ji wezîfeya xwe îstîfa kir, cîgirê wî Patrîk Şanahan ji aliyê Donald Trûmp ve bi wekalet weke Wezîrê Parastinê hate wezîfedarkirin.

(ab)