Xamineyî: Em li gel Amerîka danûstandina nakin

Serokwezîrê Japonî Shinzo Abe îro, bi Rêberê Olî yê Îranî Ayetullah Elî Xamineyî re li paytexta Tehranê civiya û mijara aloziya li Kendavê gotûbêj kirin. Xamineyî Trump weke kesek nehêja bi nav kir û diyar kir ku wê li gel Amarîka danûstandina nekin.


Rêberê Olî yê Îranî Ayetullah Elî Xamineyî îro li Tehranê pêşwaziya serokwezîrê Japonî Shinzo Abe kir.

Tê zanîn, ji destpêka şoreşa Îslamî ya di 1979`an de, Abe serokwezîrê Japoniyayê yê yekemîn e ku bi şêwirmendê Komara Îranê re dicive.

Di civînê de Elî Xamineyî diyar kir ku  niyeta Amerîkayê heye sîstema desthilatiyê li Îranê biguhere, lê nikare.

Xamineyî got ku wê çekên nuklerî ne hilberînin û got ku ne ji ber zextên Amerîka, lê ji ferwayên heramkirina hilberînê na hilberînin.

Xamineyî da zanin  ku welatê wan ti demekî baweriyê bi Amerîkayê nayîne û careke din ezmûna danûstanê li gel Amerîkayê dubare nake.

Serokwezîrê Japoniyayê diyar ku peyama serokê Amerîka aniye û got ku niyeta Amerîka ya ku rejîma Îranê biguhere nîne. Serokwezîrê Japonî Shinzo Abe eşkere kir ku Amerîka peyama danûstandinên rasteqîn daye, lê Xamineyî gotiye ku ji bo ti bersiva wî nîne.

Shinzo Abe got ku Amerîkay amadeye li ser bernameya Îranê ya nuklerî danûstandinan bike,lê Xamineyî gotiye ku nêzî 6 salan danûstandin kirin, encam jî jê wergirtin, lê Amerîka lihevkirin binpêkir.

Abe got:"Ti kes şer naxwaze û Japoniyayê di kêmkirina nerehetiyê de, hêviya lîstina rola pêşengtiyê ji xwe dike. Bi çi awayî be, divê em guhê ji xwe ji dengê çekan bigirin."û wiha tekez kir:"Aşîtî û aramî li Rojhilata Navîn, ne tenê ji bo geşkirina vê herêmê lê ji bo hemû cîhanê gerek e."

Shinzo Abe diyar kir ku Trump destnîşan kiriye ku wê danûstandin bibin sedema pêşkeftina Îranê. Xamineyî jî gotiye ku bêyî Amerîka û tevî dorpêça wê wê bigihîn serkeftinê, danûstandinên li gel Amerîka pirsgirêkan çareser nake û danûstanên dbin zextan de qebûl nakin.

(ab)