Yusra Receb: Kazimî û parlamentoya Iraqê çavê xwe li dagirkeriya Tirkiye digre

Pênçşem, 21 May 2020 – 07:45  BOTAN GERMİYANİ/ROJNEWS

Yusra Receb: Kazimî û parlamentoya Iraqê çavê xwe li dagirkeriya Tirkiye digre

Tevî ku êriş û binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistan û Iraqê  berdewamin, lê serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî, di bernameya kabîneya xwe de qet qala vê yekê nekir. Parlamentera Iraqê Yusra Receb jî da zanîn ev şermek mezine ji bo razîkirina dilê welatên cîran ku li ser derxistina hêzên hevpeyman ji Iraqê di axive, lê behsa êriş û dagirkeriyên Tirkiye nake.


Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di bernameya kabîneya xwe de li ser parastina serweriya Iraqê  wiha got; “Wê li ser bingehê serweriya hevsengî û hemahengiyê siyaset bi dervere were meşandin. Iraq destûr nade welatê wê bibe qada şer ji bo hedefgirtina welatek din. Her wiha li ser bingehê berjewendiyên hevbeş, di hemû astan de wê li gel welatên herêmî û navneteweyî alîkar be. Wê ji bo hebûna hêzên hevpeyman li Iraqê, kar li ser fikirandinek nîştimanî ya hevbeş bikin. Ev jî di çarçoveya parastina ewlehiya welat û berdewambûna nehiştina bermayên terorû û şaneyên wê ne.”

Ya balkêş ewe ku Kazimî qet behsa êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk nekir. Ev yek di demek de ye ku li ser xaka Iraqê bi dehan bargehên leşkerî û sîxûrî yên dewleta Tirk hene û rojane êriş û bombebarana sinirên Herêma Kurdistanê dike û welatiyên sivîl dibin qurbanî. Li ser vê mijarê Parlamentera Tevgera Azadî ya li Parlamentoya Iraqê Yusra Receb, ji Rojnews’ê re axivî.

Yusra Receb da zanîn ya ku Kazimî îşaret pêkiriye xwesteka tevayî hêzên siyasî yên Iraqê bû û wiha got; “Lê ya ku bala min kêşa ew bû tevî ku rojane êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk berdewam dikin û bi dehan baregehên leşkerî û sîxûrî yên dewleta Tirk li ser xaka Iraqê hene, di parlamentoya Iraqê de ne parlamenteran ne jî Kazimî qet behs nekirin. Li ser vê mijarê min li gel tevayî aliyên siyasî giftugo kiribû, wana gotin ku em di vê demê de li dijî xwe tu eniyek din navekin, gotin ew ê di destpêkê de hêzên biyanî derbixin û piştre dema derfet çêbû hêzên Tirk jî li ser xaka Herêma Kurdistanê derxin.”

Di dewamê de Yusra Receb destnîşankir ku şermek mezine ji bo razîkirina dilê welatên cîran li ser derxistina hêzên hevpeyman ji Iraqê di axivin, lê behsa êriş û dagirkeriyên Tirkiye nakin. Receb wiha domand; “Hêzên siyasî yên Iraqê bi behaneyek bê bingeh ku dibêjin ji beriya sala 2003’an li hevkirinek di navbera Iraq û Tirkiye de hatiye kirin, ji bo Tirkiye bikare 35 kîlometran bikeva nava xaka Iraqê.  Lê min ev behane red kiriye û çend carek jî ji hikûmeta Iraqê pirsiye, ew jî dibêjin ti lihevkirinek çênebûye.”

(şk)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist