Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê ragihand ku li wana Stenbol û Îzmîrê dijî faşîstan ji bo qurbaniyên Dersimê çalakî kirine.
Di daxuyaniyê de ku bi sernavê “Ne bi hezaran Kurdên ku we li Dersimê qetil kirin, ne jî pîrê me Seyîd Riza me ji bîr nekiriye” hate weşandin, li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:
“14’ê Mijdara 2021’ê li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê wesayita kesekî AKP’î hate şewitandin.
14’ê Mijdara 2021’ê li navçeya Konakê ya Îzmîrê wesayita kesekî MHP’î hate şewitandin.”