Zêdetirî 3 hezar kesên din li Îranê bi Koronayê ketin

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê daxûyakirin ku li welatê wan 81 kesên din bi Koronayê jiyana xwe ji dest dane. Herwiha zêdetirî 3 hezar kes jî di nava 24 saetan de bi Koronayê ketin.


Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Kiyanûş Cîhanpur diyarkir ku di nava 24 saetên borî de 81 kesên din bi Koronayê jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî hejmara kesên bi Koronayê mirine li Îranê, gihîşt 7 hezar û 878 kesan.

Cîhanpur da zanîn ku 2 hezar û 979 kesên din jî bi Koronayê ketine. Hejmara kesên bi Koronayê jî ketine, gihîşt 154 hezar û 445 kesan.

Cîhanpur destnîşankir ku rewşa 2 hezar û 578 kesên bi nexweşiya Koronayê jî ketine, xirabe û heya niha 121 hezar û 4 kesên bi Koronayê ketibûn jî, baş bûne.

(nr)