Fermandarê Mîhwera 2 ya Hêzên Pêşmergeyan Lîwa Hacî Osman diyar kir komên çete weke mifrezeyên gerok tevdigerin û got: “Mifrezeyên wan ên gerok li Zengabat, Şêx Bawe, herêma Xaneqîn, Kifrî û Xûrmatuyê hene. Qernasa bi termal jî di destê wan de heye. Ji ber gerokin kontrol nabin!”.
Şevê din (23’ê Gulanê) çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser gundê Îslah ya girêdayî bajaroka Gulale ya girêdayî Xaneqînê. Çeteyan li gund komkûjî pêkanîn. Ji heman malbatê 6 kes hatin kuştin û ji malbateke din jî 6 kes birîndarkiribûn. Her wiha li gund di navbera çeteyan û hêzên Iraqê de jî pevçûn rûdabû û di encamê de leşkerek Iraqê hatibû kuştin û du leşker jî birîndarbûbûn. Her wiha li li herêma Xurmatû jî 6 welatî hatibûn kuştin.
Fermandarê Mîhwera du ya Hêzên Pêşmerge Lîwa Hacî Osman li ser şêwazê tevgera çeteyên DAIŞ’ê çend agahiyên nû da ajansa me. Lîwa Hacî Osman dazanîn hejmara çeteyan zêde nebûye, lê ji ber sabît nînin û li herêmê digerin, li kuderê derfet bibînin lêdixin.
Fermandarê Mîhwera du ya hêzên pêşmerge Lîwa Hacî diyar kir niha valatiyeke ewlekariyê ya zêde navbera hêzên wan û hêzên Iraqê de heye û got: “Niha valatiyeke ewlekariyê li navbera hêzên pêşmerge û hêzên Iraqê de heye. DAIŞ jî vêya ji bo xwe vediguherîne fersendê. Qernasên wan yên termal hene û li xelk dixin.”
Lîwa Hacî diyar kir çete bi şeklê mifrezeyên gerokin û got: “Li herêma Zengabat, Şêx Bawe, herêma Xaneqîn, Kifrî û Xûrmatuyê mifrezeyên wan hene. Di nava van de li gel ji Ereban, kesên biyanî û Kurd jî hene. Wê rojê dema yek li Pelkane hate kuştin, Kurd bû.”
Li ser pirsa çima, weke hêzên pêşmerge û Iraqê pêşî li êrîşên DAIŞ’ê nagirin jî Lîwa Hacî îdîa kir, ji ber komên çete gerokin û sabît namînin, lewma nayên kontrolkirin!
(bz)