Ji berî çend rojan li Iraqê hevpeymaniya bi navê ‘Îdareya dewletê’ ji aliyê hêzên siyasî ve ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hate îlankirin. Ji derveyî Tevgera Sedir û beşek Sunneyan piraniya hêzên Iraqê tevlî bûne. Lê, hîn diyar nîne, ka wê ev hevpeymanî bikare hikûmeta nû ava bike û Iraqê ji krîza siyasî xelas bike yan ne.
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), Çarçoveya Hemahengî, Hevpeymaniya Serwerî ya Sunne û parlamenterên serbixwe di nava vê hevpeyamaniyê de cihê xwe digirin û piraniya parlamentoyê pêk tîne.
Li gorî agahiyan, di civîna Çarçoveya Hemahengî û aliyên siyasî de, li ser çend mijaran lihevkirin çêbûye. Beşek ji mercên Kurdan û Sunneyan hatine pejirandin. Yek ji wan mercan jî rawestandina biryara Dadgeha Federal a têkildarî nefta Herêma Kurdistanê ye, dîsan efûya giştî û vekişîna Heşdî Şebî ji bajarên Sunne lê dimînine.
Endama Polîtburoya Tevgera Hîkme Fadî Şemerî ji Rojnews’ê re got: “Ev lihevkirin, wê ji bo diyarkirina namzetê serokkomar û diyakirina demê rûniştina parlamentoyê rê xweş bike.”
Herwiha Parlamentera Bloka Sadîqûn a ser bi Esayîb Ehlî Heq Zeyneb Musewî jî ji Rojnews’ê re got: “Biryare ku vê hefteyê aliyên siyasî civîna parlamentoyê pêk bînin. Ji bo ku bikaran ji bo avakirina hikûmetê gavê bavêjin. Aliyên Kurd li ser namzetê serokkomar gihîştine lihevkirinê.”
Heta niha Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir têkildarî vê Hevpeymaniya Îdareya Dewletê bêdenge. Lê, doh, ji Tevgera Sedir Xeyib Amirî diyar kir ku Çarçoveya Hemahengî her Çarçoveye dimîne û ne mimkûne rêve bibe.
Lêkolîvanê Siyasî Nebîl Cebar Elî li ser mijarê wiha ji Rojnews’ê re axivî: “Hîn rewşa siyasî di nava aliyên siyasî yên Iraqê de aloze. Bi taybet di navbera herdu hêzên Çarçoveya Hemahengî û Tevgera Sedir de, ji ber ku Tevgera Sedir bêyî guh bide aliyê din ê siyasî, kar ji bo bihêzkirina xwepêşandanên siberojê dike. Dixwaze bi vê rê ji bo fesihkirina parlamentoyê zextê çêbike. Di heman demê de, divê Çarçoveya Hemahengî bi hestiyarî nêzî wepêşandanan bibe.”
Niha piraniya aliyan lihevkirine ku Mihemed Şiyah Sûdanî ê namzetê Çarçoveya Hemahengiye hikûmetê ava bike. Tevgera Tişriyan jî ji bo xwepêşandanên ji bo 3’yemîn salvegera xwepêşandanên Cotmeha 2019’an amadekariyan dikin. Tê pêşbînîkirin ku Mutdeqa Sedir piştgiriya xwepêşadanan bike. Çavdêrên siyasî diyar dikin ku dibe ku Tevgera Sedir xwepêşandan bi kar bîne û bi riya xwepêşandanan dijberiya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bikin.
(ab)