کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Pûşper 28, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Girtiyên Behdînan piştî berdanê tên şopandin

  ROJNEWS- DIHOK
14/05/2022 - 7:30:10 am
in Yên din
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

BIRWA ESHED / ROJNEWS

Rojnameger û Aktîvîst Umêd Beroşkî diyar kir ku tevî ku bi sûcên nerast hatin cezakirin û di girtîgehê de di rewşek xerab de bûn, piştî ku hatine berdan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Hewlêr û Dihokê ve tên şopandin û zext li ser wane.

Di 18’ê Tebaxa sala 2020’an de di dema xwepêşandana mamostayan a li dijî derengketina mûçe de li Dihokê Umêd Beroşkî li gel hinek çalakgerên din hatibûn girtin. Li Dihok û Hewlêrê li dijî 7 doz hatibûn vekirin. 3 sal û 6 meh ceza lêhate birîn. Berê jî bi 240 hezar dînar hatibû cezakirin.

Piştî ku dosya wî li ber çavan re hate derbaskirin, dadgehê cezayê wî salek kêm kir û bi berdana mercdar roja 22’yê Sibata 2022’yan bi awayê ku heta 3 salên din her dema ku dadgeh bixwaze dikare bavêje girtîgehê berda.

Rojnameger û Aktîvîst Umêd Beroşkî diyar kir ku di çarçoveya pêla girtinê ya desthilatê ya li dijî rojnameger û dengên azad de li Bedhînan hatibû girtin û got: “Weke kes li dijî min bi xwe 7 doz hatine vekirin ku hemû dosyayên rojamegerî û daxwazkirina mafên welatên Herêma Kurdistanê bû.”

‘Nabe ji ber karê rojnamegerî ti kes were girtin’

Beroşkî girtina rojnameger û aktîvîsan a ji ber mafê welatiyan binpêkirina pîvanên mafên mirovan û yasayên navdewletî pênase dike û wiha domand: “Nabe ji ber karê rojnamegerî ti kes were girtin.”

‘Rewşa girtiyan gelek xerabe’

Beroşkî têkildarî rewşa girtiyên di girîgehê de jî got: “Hemû girtî di girtîgehê de rewşa wan gelek xerabe. Ji ber ku ti pîvanên mafên mirovan têde nîne. Di nava yek hucreyê de 130 heta 140 kes dimînin. Ji ber qelebalixiya di nava girtîgehê de tûşî nexweşiyek taybet a çerm bûbûn ku heta astekê çareserina wê jî zehmete. Sedema wê jî xwehdana zêde ya girtiyan a ji ber pileya germa zêde bû.”

‘Hîn zext hene’

Beroşkî bal kişande ser zextên hêzên ewlehiyê yên piştî hatine berdan li ser tên meşandin û got: “Heta niha ji aliyê desthilat û saziyên ewlehiyê ve zext li ser me hene. Em bi merc hatine berdan. Li dadgeha Hewlêrê 5 sal û li dadgeha Dihokê 3 sal ji bo çavdêriya me hatiye diyarkirin. Eger careke din bêne girtin wê me bi çend salan ceza bikin. Bi awayek giştî rewşa girtiyên siyasî li Herêma Kurdistanê û bi taybet jî girtiyên dosya Behdînan ku niha 2 beş in, beşek hatine cezakirin û beşek jî hîn nehatine dadgehkirin, di warê tendurisî û rewşê de di astek xerab de ne.”

Bang ji bo welatiyên Başûrê Kurdistanê

Rojnameger û Aktîvîst Umêd Beroşkî di dawiya axaftina xwe ev peyam pêşkêşî welatiyên Herêma Kurdistanê kir: “Hêvîdarim ku welatiyên Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ya ji bo girtiyên Behdînan ên hîn di girtîgehê de ne berdewam bikin. Daxwazkirina mafên wan û xwe berdewam bikin.”

(ab)

 

Nûçeya berê

Ji bo lêkolînkirina dahata parêzgehan Tevgera Goran daxwaza avakirina komîsyonekê kir

Nûçeya pişt re

Rojnamevan û aktîvîstên Hewlêrê: Hêzekî Kurd deriyê Başûr ji Tirkiyeyê re vekiriye

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

 Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

 Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Pûşper 28, 2022
PKK’ê  bo hikûmeta nû ya Elmanya: Dawî li qedexeyê bîne!

PKK’ê şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî

Pûşper 26, 2022

Serçeteyekî DAIŞ`ê hat girtin

Dîmenên nû yên çekên kîmyawî yên ku dewleta Tirk bi kar tîne

Wê Iraq 1000 mgwat ceyrana ji enerjiya rojê hilberîne

Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Nûçeya pişt re
Rojnamevan û aktîvîstên Hewlêrê: Hêzekî Kurd deriyê Başûr ji Tirkiyeyê re vekiriye

Rojnamevan û aktîvîstên Hewlêrê: Hêzekî Kurd deriyê Başûr ji Tirkiyeyê re vekiriye

Yên Li Pêş

Şehîd Diyar Xerîb bi merasîmek girseyî hat bîranîn-HAT NÛKIRIN

Şehîd Diyar Xerîb bi merasîmek girseyî hat bîranîn-HAT NÛKIRIN

Pûşper 27, 2022

Li Silêmaniyê bi dirûşma “Bi ruhê şoreşgerî yê Heval Helmet, dagirker û xiyanetkaran têk bibin” merasîma sêyemîn salvegera şehadeta Endamê...

‘Kelûpelên ku Amerîka ji Rojava re dişîne, PDK di dize’

‘Kelûpelên ku Amerîka ji Rojava re dişîne, PDK di dize’

Pûşper 27, 2022

Hat gotin, hin kelûpelên ku Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê re dişîne, ji aliyê PDK’ê ve tên dizîn. Ji ber vê...

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Pûşper 28, 2022

Li gundê Qinê ya başûrê rojhilatê Şengalê dest bi vekirina 6 gorên komî hate kirin. Li gorî şahidên komkujiyê dibêjin,...

Jinên Ciwan yên Êzidî wê yekemîn kongreya xwe lidarbixin

Jinên Ciwan yên Êzidî wê yekemîn kongreya xwe lidarbixin

Pûşper 28, 2022

Berdevka Ciwanên Êzidî Sara Botan diyarkir ku ewê di roja şehadeta Şehîd Zîlan de yekemîn kongreya xwe lidarbixin. Botan bang...

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Pûşper 28, 2022

Xwendevanek danê siharê êrişî serokê Koleja Yasa ê zanîngeha Selahedînê kir. Di encama êrişê de serokê kolejê û mamostayek hatin...

Bi keda xwe pêwîstiyên jiyanê dihilberînin

Bi keda xwe pêwîstiyên jiyanê dihilberînin

Pûşper 28, 2022

JIYAN PÎRAN / MEXMÛR Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev çend salin ji bo pêşwazîkirina nan firneyek ...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist