Li paytexta Yemenê Sanayê ji ber baran barîna zêde lehî rabû û bû sedema rûxîna 111 xaniyan.
Li gorî agahiyên Lijneya Nîştimanî ya Yemenê ya ji bo Perwerde û Rewşenbîrî ya Zanistî li paytexta Yemenê Sanayê ji ber baran barîna zêde ya berdewam di nava hefteyekê de ji ber lehiya rabûyî 111 xanî rûxane.
Lijneya Nîştimanî ya Yemenê ya ji bo Perwerde û Rewşenbîrî ya Zanistî daxwaz ji rêxistinên navneteweyî kir ku bajarê Sane ku di lîsteya parastiyê ya UNESCO’yê de hewara bajêr werin û ji karasatên mezin biparêzin.
Ev çend rojin li pêlek dijwar a baranê li Sana û bajarên din ên Yemenê dibare. Heta niha zêdetir 60 kes bûne qurbanî. Ji derveyî rûxîna bi dehan xaniyan, bi dehan zeviyên çandiniyê têk çûne.
Neteweyên Yekbî (NY) bajarê paytexta Yemenê Sanayê weke bajarek 2 hezar û 500 sal kevin destnîşan kiriye. Di sedsala 7 û 8’an de navenedekî sereke ya belavbûna Îslamê bû. Niha lê 103 mizgeftên wê hene. Nêzî 6 hezar xaniyên kevin ên dîrokî hene ku dîroka wan heta sedsala 11’an diçe. Di sala 1986’an ketiye lîsteya UNESCO’yê de.
(ab)