Malbata Mihemed Zekî Çelebî û bi dehan welatparêzên Bakurê Kurdistanê serdana gora Mam Celal Talebanî kirin û xwestin bikujên Çelebî werin girtin û cezakirin.
Li Silêmaniyê Malbata welatparêzê Kurd Mihemed Zekî Çelebî û bi dehan welatparêzên Bakurê Kurdistanê serdana gora Mam Celal Talebanî kirin. Li ser gora Mam Celal daxuyanî dan û banga dîtina bikujên Çelebî kirin.
Di serî de, Nûnerê Komeleya Karkeran a Mezopotamya Mûsa Xalîd têkildarî serdana gora Mam Zekî got: “Mam Celal kesayaet Kurdperwer û şoreşger bû, ji bo yekîtiya neteweyî hewl dida. Em weke welatparêzên Bakurê Kurdistanê li vir dijîn. Li Silêmaniyê dehan hevalên me hedef hatine girtin û herî dawî jî hevalê me Mihemed Zekî Çelebî qetil kirin. Heta niha me bi dehan hevdîtin li gel hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê, asayîş û polîs û YNK’ê bi xwe jî kiriye. Lê, mixabin heta niha yên Şukrî Serhed, Ferhad Bariş û Mihemed Zekî Çelebî gulebaran kirine negirtine û ti bikuj eşkere nekirine.”
Mûsa Xalîd destnîşan kir ku Mam Celal di dema xwe de digot, ‘wê yek pişûkê radestî dijmin neke’ lê îro Kurdên welatparêz li nava Silêmaniyê de tên şehîd kirin û ev pirs kirin, “Çima rêveberên wan, rewşenbîr û ragihandina Silêmaniyê bêdengin? Ev bêdengî ji bo çiye? Ji bo çi bikujan nabînin? Em ê îro gilî û gazindên xwe ragihînin Mam Celal. Ji ber ku Mam Celal ji bo Kurdan nirxeke û dema xwe de ragihand ku Silêmaniyê ji bo Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê stargeheke. Îro me bi serdana gora Mam Celal destpê kir, heta ku bikuj neyên dîtin û cezakirin wê hewldanên me berdewam bikin.”
Piştre hevjîna Şehîd Zekî Çelebî Nurten Çelebî axivî û got: “Em hatine li gel Mam Celal, ji bo ku dengê xwe bigihînin hemû aliyên li Silêmaniyê berpirsyar. Zekî welatparêzek medenî bû, li vir panaberek bû, sûcê wî çi bû heta bi hovane qetil bikin. Em Silêmaniyê weke xaka xwe dibînin. Lê, dijmin destê xwe xistiye nava vê xakê jî. Ey PDK, ey Barzanî eger destê we di qetilkirina Zekî Çelebî de nîne, çima hun bikujan radest nakîn? Asayîş û polîsên Silêmaniyê 10 roj derbas bûn çima bersiv nadin. Hun ji keça min a li vir dayik bûye çi dibêjin? Heta bikujan radest nekin û neyên cezakirin em ê nerawestîn. Wê xwîna Zekî li erdê nemîne. Baş bizanibin riya Zekî riya min e.”
(ab)