کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Dişem, Gelawêj 8, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
23/06/2022 - 1:08:37 pm
in Yên din
0 0
A A
CPT’yê der barê serdana xwe ya li Îmraliyê raporek weşand
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî serlêdan kirin.

Parêzeran xwestin bi muwekîlê xwe Rêber Ocalan  re hevdîtinê bikin ku 15 meh in agahiyê jê nagirin. Serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê hate kirin.

Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hefteyekê de du caran serî li van saziyan didin lê daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin.

Carinan piştî mehan tê diyarkirin hevdîtin hatine qedexekirin û hincet tê nîşandan.

Di 18’ê Tebaxa 2021’an de Serokatiya Destaya Dîsîplînê ya Îmraliyê diyar kiribû ji bo 3 mehan hevdîtina Ocalan a bi malbatê re hatiye qedexekirin.

Qedexeya hevdîtina bi malbatê di warê teorîk de di 18’ê Mijdara 2021’an de qediyabû lê serlêdanên ji bo hevdîtinê bêbersiv tê hiştin.

Parêzeran di 28’ê Adarê de jî dîsa serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê dabûn xwestibûn hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina bi malbatê ji holê were rakirin û malbat karibe biçe serdanê.

Di 29’ê Adarê de hakîmtiyê bersiv dabû û ev daxwaz red kiribû. Hakîmtiyê diyar kiribû derbarê Rêber Ocalan dîsa cezayê dîsîplînê hatiye dayîn û ji ber vê nabe ku hevdîtin pêk were.

Di biryara redkirinê de hatibû gotin “Di 3’yê Sibata 2022’an de wekî cezayê dîsîplînê hevdîtina bi malbatê ji bo 3 mehan hatiye qedexekirin û ev tişt di 21’ê Sibatê de teqez bûye.”

Di 12’ê Cotmeha 2021’an de jî hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran re ji bo 6 mehan hatibû qedexekirin. Ev qedexe di 22’yê Nîsanê de qediyabû lê daxwazên hevdîtinê yên parêzeran bêbersiv tê hiştin. Herî dawîn parêzeran di 29’ê Nîsanê de serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê dabûn û li sedema vê qedexeyê pirsîbûn.

Hakîmtiyê di heman rojê de serlêdana parêzeran red kir û diyar kiribû ku di 13’yê Nîsanê de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran hatiye qedexekirin. Derbarê hinceta qedexeyê jî tu agahî nedan parêzeran. Parêzeran di 6’ê Gulanê de serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê dan û îtîrazî qedexeyê kirin.

(ab)

 

Nûçeya berê

  Dewleta Tirk li Kurdistanê ‘çekên nukleerî’ di şer de bi kar tîne

Nûçeya pişt re

Ji bo Şehîd Ferhad Şilbî û hevalên wî sersaxî xwestin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Yek ji fermadanên Heşdî Şebî: Eger hikûmet destûr bide, em ê bersiva Tirkiyeyê bidin

Yek ji fermadanên Heşdî Şebî: Eger hikûmet destûr bide, em ê bersiva Tirkiyeyê bidin

Gelawêj 6, 2022
Li navenda ceyranê ya Şengalê şewat

Li navenda ceyranê ya Şengalê şewat

Gelawêj 4, 2022

Ji ber germaya zêde sibe li 8 parêzgehên Iraqê betlane ye

Ji bo ku Fermana 3’yê Tebaxê weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê

62 rewşenbîrên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê daxwaza azadiya Rêber Ocalan kirin

Dîmenê Artêşa Tirk kûçikan bi zorê dişîne nava tunelên şer

Nûçeya pişt re
Ji bo Şehîd Ferhad Şilbî û hevalên wî sersaxî xwestin

Ji bo Şehîd Ferhad Şilbî û hevalên wî sersaxî xwestin

Yên Li Pêş

Bi hunandinê çanda xwe diparêze

Bi hunandinê çanda xwe diparêze

Gelawêj 7, 2022

Yek ji kevneşopiyên ku berbi windabûnê ve diçe, çêkirina tevin, şeleme û parzûn e. Dayîka Taybet Mijinî ku li Wargeha...

Xwesteka Sedr a sererastkirina destûrê statuya Herêmê dixe xeteriyê

Xwesteka Sedr a sererastkirina destûrê statuya Herêmê dixe xeteriyê

Gelawêj 7, 2022

Di dîroka avabûna dewleta Iraqê de, cara yekem Kurdan li gorî destûrê beşek zêde ya mafên xwe standin û di...

‘Bûyerên li Iraqê rû didin ji ber bandora welatên cîrane’

‘Bûyerên li Iraqê rû didin ji ber bandora welatên cîrane’

Gelawêj 7, 2022

BIRWA ESHED Çavdêrê Siyasî Felah Selah da zanîn bûyerên li Iraqê rû didin derencama nebûna peywendiyan a di navbera pêkhate...

QSD’ê li ser êrişa Qamişloyê daxuyaniyek da

QSD’ê li ser êrişa Qamişloyê daxuyaniyek da

Gelawêj 7, 2022

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir di êrîşa dewleta Tirk ya ku duh li Qamişloyê pêkanî de...

‘Divê Kurd dijî komkujî û êrişan xwe amade bikin’

‘Divê Kurd dijî komkujî û êrişan xwe amade bikin’

Gelawêj 7, 2022

Endamê Mekteba Şehîdan û Rêveberê Beşa Jenosîd ya YNK’ê Hesen Baram diyarkir ku ya ku dewleta Tirk dike, binpêkirina yasaya...

Di êrişa dewleta Tirk a li Qamişlo de 4 kes şehîd bûn

Di êrişa dewleta Tirk a li Qamişlo de 4 kes şehîd bûn

Gelawêj 6, 2022

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku di êrişa balafira  bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li Qamişlo...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist