Li Şengalê bi tevlîbûna bi hezaran kesî û di bin parastina Asayîşa Êzdîxanê de Cimaya Mezargeha Şêşims li Çiyayê Şengalê bi coş hate pîrozkirin.
Ji meha Tebaxê ve li Êzdîxanê cejnên Cimaya ango cejnên Qub û Mizragehên Êzdiyan tê pîrozkirin. Ev rêûresim salane bi beşdariya hezaran kesî tên pîrozkirin. Lê ji ber di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê gelek Êzidî koçber bibûn, heta niha ev cejin li hin ji mizargehên Êzdiyan nedihate pîrozkirin.
Piştî 8 salan cejina Cimaya Şêşims li gundê Cefriyê yê Şengalê hate pirozkirin. Li gor gotina Micêwirê Quba Şêşims wan ji ber koçberiya Êzdiyan û mijarên ewlekarî ji dema fermanê ve wiha bi awayek girseyî pîroz nekirine. Lê îsal bi hezaran kesên ji Şengalê û wargehên koçberên Êzdiyan ên li Başûrê Kurdistanê hatîn Cejna Cimayê pîrozkirin. Cejna Cimayê piştî du rojan îro bidawî bû. Bi hezaran welatiyên Êzidî ku beşdarî Cimayê bûne ji hêla Asayîşa Êzdîxanê ve bi parastinekî xurt hatin parastin.
Têkildarî ewlekariya cejnê ji Asayîşa Êzdîxanê Pîr Xêrî da diyakirin ku beriya cejin destpê bike wan ji bo parastina gel her der kirine bin kontrola xwe de û bi şev û roj parastina gel dikin. Xêrî got ku tevîbûna zêde ya li cejnê peyama Şengal ewleye dide.
Cejna Cimayê îro bi rêûresmên olî, nûkirina periyên nava Qubû û gerandina govendê bidawî bû.
((ab))