QSD`ê serçeteyekî DAIŞ`ê ku xwekuj vediguhastin û ji bo pêkanîna teqînan amade dikirin girt.
Li gorî malperê, operasyon li dijî serçeteyê DAIŞ`ê ku endamên şaneyan, bi taybet xwekuj, vediguhastin û li herêmên Dêrazor û Hesekê û li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew bi çek dikirin da ku teqînan pêk bînin pêk hat.
QSD`ê li ser malpera xwe piştrast kir ku di çarçoveya operasyonê de bi ser cih de hatiye girtin û serçeteyê DAIŞ’ê li maleke li gundê Deman ê nêzî bajarokê El-Bisêra hatiye girtin. Di kontrolkirina malê de, gelek çek û teqemenî jî hatin dîtin û çek û alavên leşkerî yên hatine dîtin, hatin desteserkirin.
(ab)