Wezareta Ceyranê ya Iraqê ji bo hilberîna ceyrana enerjiya rojê li gel kompanya Mesder a Îmaratê peyman çêkir.
Wezareta Ceyranê ya Iraqê ragihand ku îro li gel Kompanya Mesder a Îmaratê ji bo hilberîna 1000 mgwat ceyrana bi riya enerjiya rojê re peyman îmze kiriye.
Li gorî daxuyaniyê wê di pêngava yekem de li parêzgeha Mîsan 100 mgwat, li Zîqar 450 mgwat, li Nînowa 100 û Enbar 350 mgwat ceyran were hilberîn.
(ab)