Welatiyên Efrîn, Qamişlo, Kobanê, Reqa, Minbîc, Tebqa û Til Beraqê di 4. salvegera êrişên dagirker ên li ser Efrînê daketin qadan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.
EFRÎN
Bi diruşma “Em ê Berxwedana Serdemê xurt bikin û dagirkeriyê têk bibin” Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşeke girêseyî bi boneya salvegera 4’emîn a êrişên dagirkirinê yên li Efrînê li navçeya Şêrawayê li dar xist.
Bi deh hezaran şêniyên herêma Efrînê li ser rêya M5 a di navbera Heleb û Efrînê de kom bûn. Şêniyan wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrîn û Şehbayê hilda bûn. Her wiha pankartên bi nivîsên “Em ê Bexwedana Serdemê xurt bikin û dagirkeriyê têk bibin” û “Xak û rumeta xwe biparêzin û dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibin” vekiribûn.
Meşvan bi lêdana li def û zirneyê û diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker dest bi meşê kirin.
Meş li kampa Vegerê ya li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawayê sekinî. Piştî deqeyeke rêzgirtin, bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Reşîd Silêman axivî û got: “Berxwedana şêniyên Efrînê ya 58 rojî ya li hemberî teknîka pêşketî û çekên qedexekirî planên duyemîn mezintirîn artêşa dewleteke di NATO’yê de têk bir ku digot ew ê di nava 3 rojan de Efrîn dagir bike.”
KOBANÊ
Welatiyê Kobanê di salvegera êrişên dagirker ên li ser Efrînê de daketin qadan.
Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Aştiyê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Kobanê Sultane Efrîn axivî û got: “Divê dewletên cîhanê li hember bûyer û sûcên domdar ên li Efrînê pêk tên, xwedî helwestên cidî bin.”
Sultane Efrîn berxwedana şêniyên Efrînê ya li hember dewleta Tirk a dagirker silav kir û ev diyar kir: “Berxwedana li Kobanê dê bibe rêya rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî.”
Di mitîngê de hevserokê Meclisa Navçeya Sirînê Mihemed Selman axivî û piştrast kir ku gelê herêmê piştgiriya gelê Efrînê û herêmên dagirkirî dikin.”
Selman têkildarî hewldanên dewleta Tirk a dagirker ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike got: “Bi saya ciwanên xwe em hene û li hember dagirkeran li ber xwe didin. Ew bi van hewldanan armanc dikin timayên xwe li ser hesabê gelê herêmê vejînin.”
MINBIC
Meşa li Minbicê bi tevlêbûna bi sedan şêniyan ji çerxerêya Mîzan dest pê kir û li kolana El-Wadî rawestî.
Di meşê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo axivî û got “Dagirkeran bi armanca tunekirina giyana demokratiyê li herêmê êrişî Efrînê kir.”
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş jî got “Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir heta ku axa dagirkirî bi temamî were rizgarkiri, wê berxwedan bidome.”
Endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Minbicê Hala El-Hesen got “Piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir, bajar ji herêmeke ewle veguherî herêmeke nearam û tevlihev. Di 4 salan de dewleta Tirk sûcên hovane pêk anîn, demografiya wê guhert û siyaset Tirkkirinê li ser wê meşand.”
TIL BERAQ
Şêniyên navçeya Til Brakê bi boneya 4’emîn salvegera destpêkirina êrişên li ser Efrînê meşek li dar xist. Meş ji rojavayê navçeya Til Beraqê dest pê kir û li çerxerêya Şehîdan rawestî.
Hevseroka Meclisa navçeya Til Brakê, Emîne Xilêf hovîtiya dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: “Pêvajoyên guhertina demografiyê, koçberkirina gelê Efrînê, Tirkkirina herêmê û talankirina milk û şûnwaran, berdewamiya hovîtiya DAIŞ’ê ye.”
Emîne Xilêf piştrast kir ku pêwîst e gelê Sûriyê li dijî her destdirêjiyekê, bi hemû pêkhateyên Sûriyê hevgirtina xwe ava bike.
TEBQA
Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan ji çerxerêya El-Hadirî dest pê kir û li Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya rawestî.
Piştre Meclisa Sivîl a Tebqayê daxuyaniyek da. Hevserokatiya meclisê Sêvîn Hemo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.
QAMIŞLO
Şêniyên Efrînê yên li Qamişloyê dimînin, şêniyên Qamişloyê, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Tevgera Komûnîst a Şoreşger û Kombenda Efrîn a Civakî tevlî meşa şermezarkirina êrişa li ser Efrînê bûn.
Meş ji kolana Mûnîr Hebîb a li bajêr dest pê kir û li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) rawestiya. Li pêşiya avahiyê endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û şêniya ji Efrînê Daliya Menan axivî û diyar kirin ku êrişên sala 2018`an li ser Efrîn pêk hatine, êrişên dagirkirinê bûn. Armanca wan êrişan hedefgirtina nasname û hevgirtina gelan li Efrînê bû, ev yek jî bi alîkariya hêzên navneteweyî pêk hat.
REQA
Bi hezaran şêniyên Reqayê ji Qada Îtfaîyê (Agirkujê) dest bi meşê kir. Şêniyên pankartên “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “Bi berxwedana gelê xwe em ê Efrînê rizgar bikin” û wêneyên şehêdên Berxwedana Serdemê hildan bûn.
Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê hatin berzkirin.
Meş li çerxerêya Azadî “Neîm” rawestiya. Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.
Bi navê Meclisa Gel a Reqayê Malik El-Herîr axivî, êrişên li ser Efrînê û sûcên ku li dijî şêniyên wê têne kirin, şermezar kir. El-Herîrî diyar kir ku planên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ji her kesî re eşkere ne.
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Şemis Salih jî axivî, soza şopandina xeta şehîdan da û got: “Em ji Erdogan û çeteyên wî re çogê danayînin.”
Bi navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê, fermandar Feysel Salim êrişên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got: “Em deyndarê xwîna ciwanên Efrînê ya li ser xaka Reqayê û soza me vî deynî vegerîin.”