Li Efganistanê xwendevanên jin tevlî ezmûnan nehatin kirin

Talibanê li Efganistanê xwendevanên jin ên beşa tibê tevlî ezmûnên dawî nekirin.

Li Afganistanê konseya tibê di salê de dû caran ji bo xwendevanên fakulteya tibê belgeya mezunyetê bigrin, ezmûnan lidardixe. Encamên ezmûna derketinê di 18’ê Sibatê roja Şemiyê de tenê xwendevanên mêr beşdar bûn hate aşkerekirin.

Talîbanê xwendekarên jin negirt ezmûnên fînalê û dan zanîn ku wan pilan nekirine ku jin beşdarî ezmûnên finalan bibin.

Daxuyaniya Taliban bû sedemê bertekan. Xwendevanên jin li dijî vê daxuyaniyê bertek nişan dan û diyarkirin ku ew mehkumê malê hatine kirin û pêşeroja xwe ya kar û akademik winda kirine.